Du sal bê Gulistan û Hêro: Çîrokeke zindî
23’yê Tebaxê, du sal di ser şehadeta Gulistan Tara û Hêro Bahadîn re derbas dibe. Herdu rojnamevanên ragihandina azad bûn û di encama êrîşa bi dronê de hatin qetilkirin; du sal in dengê wan nayê bihîstin lê bîranîna zindî ye.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Ev der ji bo Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ne tenê cihekî kar bû cihê rojên wisa bû ku bi kamera û pênûsa xwe bûn dengê gel. Ji bo Hêro û Gulistan, rojnamevanî ne tenê pîşeyek bû; her wiha qadek ji bo têkoşîn û nêzîkbûna li rastiyên civakê bû. Herdu rojnamevanan ji qada rojnamevaniyê peyamên pîroz radigihandin. Lê ev têkoşîn di 23’yê Tebaxa 2024’an de, bi êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk ku bû sedema şehadeta Hêro Bahadîn û Gulistan Tara bê wan ma! Ew bi êrîşeke nemerdane ji me hatin veqetandin.
Îro, ji cihê kar û têkoşîna wan, bi rêzdarî em wan bi bîr tînin. Ew ê îro behsa wan bikin da ku her kes bizanibe Hêro û Gulistan kî bûn, wan çi kir û çi li dû xwe hiştin.
‘Em ê bibin şopdarên kar û têkoşîna herdu rojnamevanan’
Hawjîn Şiwane, rojnamevan e rêheval û hevkarê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn e. Hawjîn da xuyakirin ku rol û xebata herdu jinên rojnamevan di têkoşîna ragihandina azad de xwedî ciheke bilind e û got: “Karê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di nava ragihandina azad de li ser bingeha îdeolojîk bû; baweriya wan bi hebûna demokrasiyê, azadiya jinan û xebata li ser civakeke ekolojîk hebû. Li herêmê kîjan pirsgirêk hebûya, ew herdu jinên rojnamevan li ser dixebitîn. Ger em behsa têkoşîn û berxwedana şehîd Gulistan Tara bikin, em ê bibînin ku ji bi dehan salan temenê xwe fedayî karê ragihandina azad kiriye. Em çend şagirdên destpêkê bûn, ketibûn nava xebatên ragihandina azad. Gulistan Tara em li ser bîr û felsefeya ragihandina azad perwerde kirin. Hevaleke gelek pak û hêja bû. Ger ku em bi ruhê azad û bîreke azad kar û têkoşîna xwe didomînin, em ê wan di bîr û hişê xwe de bihêlin. Her wiha şehîd Hêro Bahadîn jineke ciwan a ji Başûrê Kurdistanê bû. Karê ku dikir û bandora wê her dem ji hemû jinên din ên ku di ragihandinê de dixebitîn cudatir bû. Wê gelek caran digot ku ew endezyar e û hevalên wê jê re digotin 'Tu endezyar î, çima te ragihandin hilbijart?' Bi Hêro re ji bo ragihandinê daxwaz û evînarî hebû. Wan heta dawî têkoşîna xwe bi kêmasî meşandin.”

‘Em şopdarên riya wan in’
Hawjîn Şuwane di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di destpêka xebata me de, em çend jinên ciwan bûn, xwendekarên zanîngehê hebûn dema em hatin ragihandina azad, me şehîd Hêro dît. Ji bo me her dem cihê kêfxweşiyê bû; jineke wêrek bû. Kontrola mijarên me dikir, her dem bala xwe dida ser karên me û bala xwe dida ser kar û çalakiyên medyayên derve jî. Ew her dem li ser pêşxistina naverokê dixebitîn. Her wiha rexne û pêşniyarên wan em roj bi roj xurtir dikirin. Wan em kirin rojnamevanek ku em bikaribin di naverok û cewherê de xwe zêdetir bi pêşve biçin û kar û têkoşîna me li ser bîr û îdeolojiyeke azad be, da ku em bikaribin li ser wê xeta azadiyê ku xeta azadiya jinan e, kar û têkoşînê bidomînin. Kar û têkoşîna wan her dem di hişê me de bi zindî ma. Piştî şehadeta wan, bi wê îradeyê ku ava bû li hemberî her pirsgirêkê dizanin em ê çawa wê rol û ristê zindî bihêlin. Ew riya hevaltiyê ku em bikaribin bi hezaran têkoşerên ragihandina azad bînin ser rê. Em hevalên wan hêza xwe di dema şehadeta wan de û piştî şehadeta wan de jî nîşan didin. Hemû jinên ku di nava ragihandina azad de dixebitin, rê û rêbaza herdu jinên şehîd esas girtin. Dibe ku di beşek ji karan de kêmkurtî hebin, dibe ku em nikaribin bi tu tiştî cihê wan tijî bikin lê bi hemû kêmkurtiyên xwe ve me riya wan berneda û em ê bibin şopînerên kar û têkoşîna wan û riya wan bidomînin."
‘Kar û têkoşîna wan di medyaya azad de cihê rêzdariyê ye’

Jiyan San, heval û hevkara Gulistan Tara û Hêro Bahadîn e. Piştî bibîranîna giyanê herdu cangoriyan û tevahî cangoriyên azadiyê, da xuyakirin ku kar û têkoşîna herdu jinên rojnamevan li Başûrê Kurdistanê wekî karek pîroz tê nirxandin û got: "Kar û têkoşîna wan di medyaya azad de cihê rêzdariyê ye. Herdu rojnamevan ji bo gihandina dengê azad bênavber xebitîn û têkoşiyan. Gulistan Tara ji Bakurê Kurdistanê bû lê Başûrê Kurdistanê di nava xebatên ragihandinê de şopek mezin hişt."
Jiyan San, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ew roja ku herdu hevalên me şehîd bûn, em di cihê xwe de sekinîn lê me jiyanê ranewestand. Roja piştî şehadeta wan bi got ku domandina karê rojnamevaniyê û têkoşîna Gulistan û Hêro li ser milên me ye. Wan herdû hevalan û gelek kes û rojnamevanên din jî di vê riyê de şehîd bûn. Ya ku cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ew e ku rojnamevanên me roj bi roj zêde dibin. Niha li cihê karê me, tevahiya hevkarên me bi ruhê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şopdarên kar û têkoşîna ragihandina azad in."
‘Hêro piştî şehadeta xwe jî ji bo jiyana malbata me bû îlham’
Xwişka Hêro Bêrîvan Bahadîn anî ziman ku du sal di ser şehadeta Hêro re derbas dibin lê ji bo wan tenê du roj derbas bûne û çûyîna Hêro xemeke kûr di nava malbat û hevalên wê de çêkiriye. Bêrîvan wiha got: "Piştî şehadeta Hêro, her roja me girîn û bêzarî ye lê tevî zehmetiyan jî heval û hevkarên wê di nava welatiyan de her dem bîranîna wan bilind dikin.”

Bêrîvan Bahadîn di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku Hêro ji bo malbata xwe re bûye riyeke ronî û wiha domand: "Di nava malbata me de zarok her dem bêriya Hêro dikin. Ji ber ku Hêro xwedî kesayetek cuda bû, bi zarokan re bû; her dem hewl dida zarokan kêfxweş bike, bi wan re dilîst. Lê piştî şehadeta Hêro, zarok û di serî de xwişka min a bi navê Kovan gelek xemgîn bûn. Heta niha jî Kovan di nava şoka windakirina Hêro de dijî. Em her dem Hêro bi bîr tînin, jiyana me bi xeyalên me yên bi Hêro ve hatiye girêdan, şev û roj em bi xeyala wê dijîn."
Li ser gora Hêro, em tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Gulistan Tara birin warê wê, Hêro Bahadîn niha di bin axê de ye lê heval û hevriyên wan ên têkoşînê û malbata wê her dem pê re ne. Ev yek derdixe holê ku şehîd namirin û hevalên her du şehîdan wê bibin şopînerên riya wan.